المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Eniya Aştî û Azadiyê beşdarî şîna Serokê Eşîra şemer ” Himêdî Deham ” kir…

0 50

Îro roja yekşemê 13ê mijdara 2022an, Şandek ji Eniya Aştî û Azadiyê beşdarî konê şîna Şêx Himêdî Deham Elhadî Elcerba kir ..

 

Û ev şanda Eniya Aştî û Azadiyê ji endamên desteya serkirdayetî û endamên dezgehên cûda yên Êniyê pêk hat..

 

Û di vê derbarê de M,Gebiriyêl Mûşê” berpirsê ofîsa têkiliyan di rêxistina Asûriya Demoqratîk ,gotinek pêşkêşkir bi navê Eniyê û têde sersaxî ji malbata Şêx Himêdî Deham re xwest û rola wî ya mezin di parastina biratiya navbera Kurd û Ereban de hebû behiskir..

 

Û herwiha tê zanîn ku roja Pêncşemê 10ê Mijdara 2022yan, Serokê Eşîra Şemer a Ereba li Sûriyê Şêx Himêdî Deham El Hadî Cerba li nexweşxaneyeke Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê di temenê xwe yê 86 salî de koça dawî kir.

 

Û roja Înê 11ê mijdarê , di deriyê sînorî yê Pêşxabûr re, termê wî dê bo Sûriyê hate veguhestin û li gundê Til Elo ku cihê jidayîkbûna wî hate veşartin..

 

Şêx Himêdî Deham El Hadî Cerba yek ji wan kesayetiyên diyar ên navçeya Hesekê bû ku rola wî ya mezin di parastina biratiya navbera Kurd û Ereban de hebû, herwiha tekezî li ser bingeha hevbeşî û pêkvejiyana navbera hemû netew, olan de dikir.

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.