المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ: 34 SALIYA KOÇKIRINA TÊKOŞER NÛREDÎ ZAZA HAT VEJANDIN.

0 52

Bi hemahengî di navbera Navenda Çand û Hunerê ya Dr. Nûredîn Zaza û Yekîtiya Jinên Kurdistana – Sûriyê.

Bi helkefta sî û çaremîn salvegera koça dawî ya Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya Dr.Nuredîn Zaza, li ofîsa Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya (Rêxistina Amûdê) di roja Îniyê 7/10/ 2022’an de semînarek hat lidarxistin.

Her wiha hemû beşdar ji aliyê Mamoste. Xelîl Alûcî ve hatin bixêr hatin.

Û piştre Ji bo giyanê pakrewanên Kurdistanê û giyanê têkoşer Nûredîn Zaza deqeyek bêdeng rawestiyan.

Her wiha semînar li ser jiyana Dr.Nûredîn Zaza bû û ji

Nivîsar û lêkolîner Konê Reş ve hat pêşkêş kirin.

Her wiha ev semînar jî ji aliyê M. Deham Ebdulfetah ve, bi hin xalên derbarê jiyana Dr.Nûredîn Zaza ve hat parvekirin û semînar çendîn pirs û destwerdanên amadebûyan dewlemend kir.

 

Di dawiyê de, berpirsê rêxistina Amûdê ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya û nivîskar û lêkolîner Konê Reş ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Dr.Nûredîn Zaza û Yekîtiya Jinên Kurdistan Sûriya ve hatin xelat kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.