المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo: Şepêla pêşeroja kurdistan Sûriya 11emîn salvegera terorkirina xebatkar Mişel Temo vejand..

0 46

Şepêla pêşeroja kurdistan Sûriya,îro roja Înê 7ê Cotmeha 2022an, bi boneya 11emîn terorkirina xebatkar ” Mişel Temo ” li ofîsa partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya Semînarek li darxist ..

Û ev yek bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û encûmena Niştimanî û kesayetiyên serbixwe û rewşenbîrî û herwiha endamên şepêlê..

 

Û herwiha gotina Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya ji aliyê M,Fêsel Yûsif ” endamê desteya serokatiya ENK-S ê ve hate xwendin..

 

Û gotina Êniya Aştî û Azadiyê ji aliyê M,Gebiriyêl Mûşê ” endamê desteya serkirdayê..

 

Û gotina Şepêla pêşeroja kurdistan Sûriya ji aliyê serokê desteya cîbicîbkar M,Ekrem Hisên” ve hate xwendin..

 

Û di Semînarê de bi giştî derbarî rol û xebata Mişel Temo di tevgera siyasî û kurdî de behiskirin..

 

Û tê zanîn ku Mişel Temû ” :

Di salên 90 de Mişel Temo”  dest karê siyasî kir , ku di destpêkê tevlî nava refên Partiya Yekîtiya Gel a Kurdî bû, û pist salan kar di wê partiyê de kir..

 

Di sala 1999 an de , Mişel Temo ” bi çend çalakvanan re komîteyên vejandina civaka sivîl li Sûriyê û Platforma Celadet Bedirxan a rewşenbîrî jî damezrandin..

 

Di sala 2005an de, û piştî serhildana Qamişlo xebatkar” Mişel Temo ” Partiya Şepêla paşeroj a kurd li Sûriyê damezrandin..

 

Xebatkar ” Mişel Temo ” ji ber çalakiyên wî yên rewşenbîrî û siyasî di 15 ê Tebaxa sala 2008 an de, ji aliyê rêjîma Esed ve hat girtin , û di destpêka şoreşa Sûriyê de û piştî ku xwepêşandan li dijî rêjîma Esed derketin di hezêran 2011an de, xebatkar ” Mişel Temo ” ji zindanê rêjîmê serbest hate berdan .

 

Û piştî serbest berdana wî ” Pakrewan ” Mişel Temo ” tevlî Şoreşa Sûriyê bû û bo endam di Encûmena Niştîmaniya kurdî li Sûriya, ..

 

Û di 8ê Êlûna Sala 2011an de , Mişel Temo ” rastî hewleke kuştinê hat, lê di roja 7ê Cotmeha 2011an, careke din Xebatkar Mişel Temo ” rastî êrîşeke kuştinê hat, di dema ku Mişel û hin hevalên xwe li Maleke li bajarê Qamişlo bûn , ku 4 kesên nenas êrîşî wê malê kirin, û Mişel kuştin, herwiha kurê wî û çalakvana kurd ” Zahîda Reşkêlo birîndar kirin..

 

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo….Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.