Home / Uncategorized / Salvegera ji dayîk bûna pêxemberê îslamê hezretê ” Mihemed “

Salvegera ji dayîk bûna pêxemberê îslamê hezretê ” Mihemed “

Roja şemiyê 8ê Cotmeha 2022″an, roja bîranîna ji dayîk bûna pêxemberê îslamê hezretê “Muhemed ” .

 

ku bi boneya vê roja pîroz hemû musilmanên cîhanê bi kêf û xweşiyeke bi çoş aheng û çalakiyên cûrbicûr û bi şêwazên cuda tên li darxistin û xwarin û şîrînî jî tên belav kirin ….

 

Û herwiha ji rexekî dî ve bi helkeftina salvegera ji dayîk bûna pêxemperê îslamê ” Mihemed ” ku gelê misilmanan hezkirina xwe ji bo pêxemberê mezin dîyar dikin bi merasîmên taybet yên mewlûdê ku tê naskirin li mizgeft û kolanan bi xweşî û şahî û bi aheng û stranên olî û belavkirina şîrînahiyê pîroz dikin..

 

Bi helkefta salvegera ji dayikbûna pêxemberê mezin, hezretî Mihemed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bin) serok Mesûd Barzanî” peyamek belav kir û têde wiha got: pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhan û Iraq û Kurdistanê dikim.

 

Di vê helkefta pîroz de ji Xwedayê mezin hêvîdar im deriyê xêr û bereket û dilovaniyê bi rûyê gelê Kurdistanê û gelên Iraq û navçeyê veke û aştî û mirovdostî seranserê cîhan û navçeya me vegere.

 

Herwiha ji Yezdanê mezin dixwazim çanda pêkvejiyan û birayetî û tebayî ya li navbera gelê me da kûrtir û berfirehtir bibe.

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku hêvî û daxwazên xelkê di vê roja pîroz de ku bîranîna ji dayîk bûna pêxemberê mezin bibe sedema pêkvejîyaneke xweş û aram û bi aştî di nava hemû gelê musilman de ….

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo…Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

750 ENDAMÊN MILÎSÊN HIZBULAH GIHÎŞTIN LAZIQIYÊ.

Bi sedan endamên milîsên Hizbulaha Libnanî gihîştin çiyayên gundewarê Laziqiyê ji bo lidarxistina perwerdên şer. …

Leave a Reply

Your email address will not be published.