المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMERÎKA Û EWROPA LI SER ZÊDEBÛNA LEŞKERÎ LI SUWEYDAYÊ HIŞYARÎ DIBIN.

0 127

AMERÎKA Û EWROPA LI SER ZÊDEBÛNA LEŞKERÎ LI SUWEYDAYÊ HIŞYARÎ DIBIN.

 

Amerîka û Ewropa li ser zêdebûna leşkerî li Suweydayê hişyarî didin

 

 

Karbidestên Amerîkî û Ewropî hişyarî dan derbarê zêdebûneke leşkerî li Suweydayê, piştî ku hêzên rejîma Sûrî hêzeke mezin anîn parêzgehê.

 

Berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîka şermezarkirina Amerîka ji her bikaranîna hêzeke zêde li dijî xwenîşanderên aştiyane li Suweydayê nîşan da, û tekezî li ser piştevaniya welatê xwe ji Sûriyan re di pêkanîna mafê wan a kombûnên aştiyane û azadiya derbirînê de kir.

 

 

Ji aliyê xwe ve, peyvdarê Yekîtiya Ewropayê Liwîs Mêgel Boyno got ku divê rêjîma Sûriyê ji paşerojê dersê werbigire û hêzê li dijî xwepêşanderan bikar neyîne û tekez kir ku divê gelê Sûriyê xwedî mafê xwepêşandanên aştiyane bin.

 

 

Herwiha Boyno piştrast kir ku ew rewşa Suweydayê dişopînin, tekezî li ser şermezarkirina her bikaranîna hêzeke zêde li dijî xwepêşanderên aştiyane kir û got: “Em bang li hemû aliyên pêwendîdar dikin ku xwe ji tundiyê dûr bixin.”

 

Bonyo herwiha tekez kir ku Yekîtiya Ewropî bi niyaza asayîkirina peywendiyan ligel rêjîma Sûriyê, ne rakirina sizayan li ser wê, ne jî beşdariyê di avakirina Sûriyê de, heta ku rêjîm di çarçoveya biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî de nekeve nav proseyeke siyasî ya rasteqîne.

 

 

Di çend rojên borî de, rêjîma Sûriyê hêzeke leşkerî ya mezin şandiye parêzgeha Suweyda, ku li ser bargehên leşkerî û şaxên ewlehiyê yên rêjîmê di nav bajêr de hatine belavkirin.

 

 

Ragihandina E NKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.