PEDERSON BI NÛNERÊN WELATÊN ROJAVAYÊ RE REWŞA SÛRÎ GOTÛBÊJ KIR
Pederson bi nûnerên welatên rojavayî re rewşa Sûriyê gotûbêj kir
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Gêrî Pederson di çarçoveya civîna heştemîn a konferansa Birokselê de ji bo piştgirîkirina pêşeroja Sûriyê û herêmê, bi nûnerên welatên rojava yên ku bi rewşa Sûriyê re mijûl bûne, gotûbêj kirin.
Pederson di peyama xwe ya li ser platforma “X” de diyar kir ku li Birokselê bi Nûnerên Amerîka, Almanya û Tirkiyeyê re hevdîtin kiriye.
Pederson diyar kir, bê aramî û azar pêwîstiya aramkirina aloziyan û parastin û alîkariya sivîlên Sûriyê û giringiya hewldanên nû ji bo pêvajoyeke siyasî ya berfireh li gorî biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê diyar dike.
Rayedarê Neteweyên Yekbûyî her wiha bi Encûmena Şêwirmendiya Jinan û Odeya Piştgiriya Civaka Sivîl, Yekîtiya Ewropa û xêrxwazan re jî beşdarî diyalogê bû.
Piştî civînê, Pederson tekez kir ku “Nêzîkatiyên berfireh ên li ser Sûriyê û nêrînên cihêreng, di xebatên me de ji bo pêşdebirina pêvajoya siyasî girîng in.”
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah