المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ALMANYA TEKEZÎ LI SER ÇARESERIYA SÎYASÎ LI SÛRIYÊ Û REDKIRINA ASAYÎKIRINA LIGEL RÊJÎMÊ DIKE

0 98

ALMANYA TEKEZÎ LI SER ÇARESERIYA SÎYASÎ LI SÛRIYÊ Û REDKIRINA ASAYÎKIRINA LIGEL RÊJÎMÊ DIKE

 

Almanya tekezî li ser çareseriya siyasî li Sûriyê û redkirina asayîkirina ligel rejîmê dike

 

 

Şanderê taybet ê Almanyayê ji bo Sûriyê Stîvan Şinîk tekezî li ser wê yekê kir ku çareseriya siyasî rêya bidawîanîna kirîza Sûriyê ye.

 

Li kêleka konferansa “Brûkselê” ya ji bo piştgirîkirina paşeroja Sûriyê û herêmê, Şinîk diyar kir ku welatên Yekîtiya Ewropî hîn jî pabend in bi ne asayîkirina peywendiyan bi Şamê re, redkirina rakirina cezayên li ser Şamê, û redkirina avakirina nû li Sûriyê, heta ku Li gorî wî di derbarê çareseriya siyasî de, cidiyet û gavên berbiçav hebin.

 

 

Herwiha Şinîk bal kişand ser pêvajoya siyasî li gorî biryara 2254 û vegerandina zû li Sûriyê bêyî ku zirarê bide perspektîfên çareseriya siyasî.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.