المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMERÎKA DAXWAZA ZÊDETIR HEWLDANÊN BERSIVDAYINA MIROVAHÎ LI SÛRIYÊ DIKE.

0 134

Amerîka daxwaza zêdetir hewldanên bersivdayina mirovahî li Sûriyê dike

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bang li civaka navneteweyî kir ku zêdetir hewlên bersivdayina mirovî li Sûriyê bide, û bal kişand ku erdheja ku di Sibata borî de li bakurê Sûriyê qewimîn “krîzên ku Sûriyê rû bi rû mane duqat kirin.”

Balyoza Amerîka li Netewên Yekgirtî Lînda Tomas Girînfîld di daxuyaniyekê de bi boneya salvegera erdhejê ragihand ku Amerîka berdewam e li ser alîkariya welatiyên Sûriyê yên ku ji erdhejê ziyan dîtine.

Balyozê Amerîka got ku erdhejê “krîzên ku rûbirûyê awareyên Sûrî bûne du qat kir, û dijwartir kir ku kar û barên alîkarîyê asteng dikin,” û got jî ku “rewşa mirovî li herêmê nazik bû ji ber şerê berdewam li Sûrîyê,û malbat ditirsin ku vegerin warên xwe.

Girînfîld diyar kir, “Rewşa mirovî li Sûriyê piştî salekê bi heman awayî xirab e,” tekez kir ku pêwîst e heta ku hewcedarî peyda bibe, karkirên mirovî bigihêjin Sûriyên hewcedar.

 

Girînfîld herwiha tekezî li ser pêwîstiya “civaka navdewletî ji bo berdewamkirina kar ji bo dabînkirina berdewamiya gihandina xwarin, av, stargeh û alîkariyên mirovî yên giring ji bo kesên li bakurê Sûriyê berdewam bike”.

 

Wê bal kişand ser wê yekê ku Amerîka, “wekî mezintirîn bexşînkarê bersiva mirovî li Sûriyê”, bang li hemû welatên endamên Neteweyên Yekbûyî dike ku “bihtir hewl bidin û bêtir pêşkêş bikin”, û herwiha bang li Encûmena Ewlekariyê ya NY dike ku “raweste.” li aliyê gelê Sûriyê yê ku ji bo azadiya xwe têdikoşe.”

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.