المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BEREVANIYA SIVÎL: 5 BIRÎNDAR DI QEZAYÊN TRAFÎKÊ DE LI BAKURÊ ROJAVAYÊ SÛRIYÊ

0 109

Berevaniya Sivîl: Birîndar di 5 bûyerên trafîkê de li bakurê rojavayê Sûriyê

Di nava 24 katijmêran de, bakurê rojavayê Sûriyê bû şahidê jimareke qezayên trafîkê û di encamê de zêdetirî deh sivîl birîndar bûn.

Berevaniya Sivîl a Sûriyê li ser rûpela xwe ya fermî ya Fêyesbûkê ragihand ku tîmên wê roja Çarşemê bersiva 5 bûyerên trafîkê li bakurê rojavayê Sûriyê dane.

 

Wê got jî, “Di encama qezayan de 12 sivîl birîndar bûn, di nav wan de jinek, û alîkarî hatin pêşkêşkirin, birîndar hatin dermankirin, û bandorên qezayan hatin rakirin.”

Berevaniya Sivîl amaje bi wê yekê jî kir ku tîmên wê herwiha “Gelek otombîlên dervayî rê û yên din di nav heriyê de asê mane li gundewarê Idlib û Helebê kişandin”.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.