المجلس الوطني الكوردي في سوريا

MILÎSÊN ÎRANÎ ÇEKÊN XWE VEDIGUHEZÎNIN SÎNORÊ SÛRÎ -LIBNAN.

0 127

Ji tirsa ku bibin armanc… Milîsên Îranî çekên xwe vediguhezînin sînorê Sûriye-Lubnan

Milîsên ku Îran piştgirîya wan dike çek û cebilxane ji deverên xwe yên bibandor li Dêrezorê, li Sûrîyayê, veguheztin deverên bihêztir li ser sînorê Sûrî-Libnan li gundewarê Şamê.

 

Çavkaniyên medyayî yên Sûriyê ragihandin ku 5 kamyon piştî nîvê şevê roja pêncşemê-înê ji El-Meyadîn û Elbûkemal bi rê ketin, 3 ji wan çek û cebilxane barkirî û du ji bo kamuflejê vala bûn, ber bi gundewarê Şamê ve çûn û li wir gihîştin sînorê Sûriyê-Libnanê.

 

Li gorî çavkaniyên medyayî, çek li cihên bihêz di nav tunelan de li derûdora di bin kontrola milîsên Hizbulaha Libnanî li Asal Elwerd û Eltufeyl hatine tomarkirin, ji tirsa êrîşên esmanî yên Amerîkî li ser çeperên milîsên li Dêrazorê di navbera her du aliyan de di dema dawî de.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.