المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Tirbespiyê ya bi ser ENKSê ve Serhildana 12ê Adarê bibîranîn.

0 73

Roja şemiyê “11 ê “Avdara” 2023″ an, Xwecihiya Tirbespiyê ya bi ser ENK-S ê ,bi boneya salvegera” 19″ emîn li ser derbasbûna bîranîna pakrewanên “12” Avdarê, dest bi vêxistina mûman kir .

û ev yek bi amadebûna hejmarek ji milet û bi hazirbûna nûnerên partiyên siyasî û alîgirên wê …

 

Û ji rexekî dî ve tê zanîn ku di roja “12”Avdara” 2004″ an, di lîstika footbolê de, di navbera Tîma Cîhad ya Qamişlo, û Tîma Fitiwê  ya Dêrezorê, û herwiha alîgirên Tîma Fitiwê yên erebên şofînî û bi piştgirtiya rêjîmê bi hin çekên curbicur êrîş bi ser welatiyên kurd ên alîgirê Tîma Cîhad kirin.

 

Û di encama wê erîşê de li seranserî deverên kurdistana Sûriyê welatiyên kurd derketin xwepêşendanan, Lê rêjîmê bi tundî bersiva wan da û bi sedan kes birîndar bûn û herwiha bi hezaran hatin binçavkirin û bi dihan şehîd ketin.

 

Û herwiha ji ber vê yekê her sal êvara “12 ê “Avdarê de, her sal mûm ji aliyê gelê kurd ve tê vêxistin li pêşiya mal û kolanên xwe, ji bo bîranîna pakrewanên serhildana ” 12 ê “Avdarê,…

 

 

Ragihandina ENKSê

R aport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.