dubare me hev dît
Amadeus Mozart peyva min verist
Min xewnek dît;
qehwê û piyalek şerabê de
di nav tutinê de
Kolanê dengê min nas kir,
dewsa piyên min strana jivanan bû
serxweş dibûm
ez û te bêden li hev
rûdiniştin
dûr li kevîka şevê,
li ber qurmê darekê
min ramîsanek xwest diket,
radibûm..
destên te…
hizra min xalek bû,
reş, bi xwelî û xwê..
Ba dora me girt,
derzek hebû
sîbera darekê wê şevê
xeftanê hizra me bû
Seg parêzerê sinoran bû Êşa te
Li hemberî te
(kesekî ji me guh neda tirsê)
giha erşê azman
Ne pey, ne deng
Tu duyê çixarê û awirek
Çend reng li ber çavên min
lîstin Kêliyekê, te
Mobila xwe hilgirt ez bûme baran
Çavên min di kunçala
gerdûnê de
Dilê min
Werîsekî hesinî
Ba xelekên kor in
Ez bê arman
Tu bê nîşan
Çirûsk/dem/Beraz/
sed salên şîn/şikestin
Pencere/şikeft
Hundur/derve
kavil/biyanî
Êvar hîn sax e