المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XELKÊ SUWEYDAYÊ RÛXANDINA RÊJÎMA SÛRIYÊ PIŞTRAST DIKIN

0 110

Tevgera gel a aştiyane li dijî rejîma Sûriyê li bajarê Suweyda berdewam e

Bi dehan şêniyên Suweydayê îro Înê (2/2/2024) di xwenîşandaneke nû de li meydana Karama li navenda bajêr kom bûn û tekezî li ser berdewamiya tevgera aştiyane ya li dijî rêjîma Sûriyê kirin.

Di 171mîn roja destpêkirina tevgera aştiyane li bajarê Suweydayê de, bi dehan welatî beşdarî xwepêşandaneke gel bûn li meydana Karama li navenda bajêr, bi daxwaza azadî, rûxandina rêjîmê, azadkirina girtiyan, veguhestina aştiyane ya desthilatê, û cîbicîkirina biryara 2254.

Xwepêşanderan pankartên ku li ser wan nivîsandî bûn hildan: “Qapan û pêlav xewna herî dawî ya zarokekî ye li welatekî ku wî tenê çadir nas dike”, û “Gelê Sûrî yek e” û siloganên li dijî rêjîmê û hikûmeta wê bandikirin.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.