Li ser vexwendina çalakvanên bajarê Dirbêsiyê,û bi alîkariya xwecihiya Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve, îro îniyê 27.11.2026 meşeke hevxemiya bi Herêma Kurdistana Iraqê re, bi beşdariya berfireh a partiyên siyasî, rêxistinên ciwanan û jinan û kesayetên civaknas û ji bilî encûmenên xwecihî yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li bajarê Dirbêsiyê, hat lidarxistin.
Meşê li kolanên bajêr geriyan û êrîşên ku Herêma Kurdistanê dikin armanc, şermezar kirin.
Beşdaran her wiha duruşm û alên kurdî bilind kirin û tekezî li ser yekrêziya rêzên Kurdistanî û pêwîstiya rawestana li gel Herêma Kurdistanê li hember van kêşeyan kirin.
Beşdaran destnîşan kirin ku ev êrîş wê îradeya gelê Kurd têk neçe, belku wê îradeya gelê Kurd bi yekîtî û mafên rewa zêdetir bike.

Ragihandina ENKSê
Rapor :Elî Fetah



