Li bajarê Amûdê, roja Çarşemê, ji aliyê Foruma Peyva Azad ve xwepêşandaneke piştgiriyê û rûniştinek hate lidarxistin.
Di xwepêşandanê de endam û dostên forumê û hejmarek ji şêniyên bajêr beşdar bûn, da ku piştgirî û hevxemiya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê di bin siya gef û astengiyên ku herêm rûbirûyê wan dibe, nîşan bidin.
Ev xwepêşandan li ser bingeha helwesteke niştimanî û mirovî û ji bo tekezkirina li ser yekrêziya helwesta Kurdî hat lidarxistin.
Her wiha beşdaran gefên ku Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên destûrî dikin armanc red kirin û piştgiriya xwe ji bo gelê Kurdistanê û mafê wî yê di ewlehî, aramî û parastina destkeftiyên niştimanî de anîn ziman.
Di xwepêşandanê de tekezî li ser girîngiya hevgirtina Kurdî di rûbirûbûna astengiyan de û pêwîstiya rawestana li kêleka Herêma Kurdistanê û saziyên wê hat kirin, wekî ezmûneke niştimanî ku hêjayî piştgirî û alîkariyê ye û peyamek e ku yekîtiya hest û berpirsiyariyê li hember pirsgirêkên neteweyî nîşan dide.
Xwepêşandan bi tekezkirina li ser berdewamiya piştgiriya ji bo Herêma Kurdistanê û bilindkirina dirûşma: «Bi hev re ji bo piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê» bi dawî bû.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah


