Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja înê 27.11.2026an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.
Û piştre ,behsa rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên di qada siyasî ya Sûriyê bigiştî û ya Kurdî bitaybetî de hat kir.
Her wiha civat bi dirêjahî li rewşa herêma Kurdistanê rawestiya û beşdaran piştgiriya xwe dan diyar kirin ji bo parastina herêma Kurdistanê..
Herwiha serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, ku her birêz Idrîs Şêx Xelef wek serokê encûmena xwecihî li Dirbêsiyê,û birêz Selah Mîrzo û Selîm Naso wek cîgirên wî hatin hilbijartin.
Di dawiyê de,serokatiya Encûmenê spasiya endamên Encûmenê û hesta berpirsyariya wan kir.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah



