Encûmena Xwecihî ya Kobanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), roja Çarşemê 18’ê Mijdara 2026’an, li nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanî – Sûriya (PDK-S) li bajarê Kobanê, pêşwaziya şandeke serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Kurdistanî – Sûriye kir.
Şande bi serokatiya Mamoste Silêman Oso, Sekretêrê Partiyê û Endamê Desteya Serokatiyê ya ENKS’ê, û bi hevaltiya Mamoste Mecdel Delî, Endamê Polîtburoya Partiyê bû.
Di hevdîtinê de, bi amadebûna endamên Encûmena Xwecihî, rewşa siyasî ya giştî li ser asta Kurdistanî û Sûriyeyê hate nirxandin û gotûbêjkirin.
Herwiha amadekariyên rêxistinî û siyasî yên berdewam ji bo lidarxistina kongreya bê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî hatin nîqaşkirin.
Di dirêjahiya civînê de, Oso tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina aştiya navxweyî û pêkvejiyana hevbeş, û pabendbûna bi zimanê diyaloga avaker wekî tekane rêya çareserkirina nakokiyan kir.
Wî banga dûrketina temamî ji gotarên nefret û nijadperestiyê kir, û xwest ku bi awayekî herî bilind xweragirî û hişyarî were nîşandan da ku fitne û komployên ku li dijî herêmê û xelkê wê têne hûnandin, werin pûçkirin.
Herwiha wî girîngiya yekkirina hewldanan û zêdekirina hişyariya civakî ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û pirreng ku cihê hemû pêkhateyên xwe bike, tekez kir.
Di heman demê de, wî tekezî li ser pêwîstiya naskirina destûrî ya neteweya Kurd û çespandina mafên neteweyî yên rewa yên gelê Kurd di destûra bê ya Sûriyê de kir.
Li gel vê yekê, berdewamiya karê ji bo pêşxistin û aktîvkirina kanalên pêwendî û diyalogê bi hemû pêkhate û hêzên niştimanî yên Sûriyeyê re, bi awayekî ku xizmeta aramî û paşeroja welat bike, hate destnîşankirin.
Civîn bi tekezkirina li ser girîngiya aktîvkirina rola rêxistinî ya encûmenên xwecihî û xurtkirina pêwendiyên wan ên berdewam bi cemawer re di qonaxa bê de, bi dawî bû.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



