Friday, November 20, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

ŞANDEKE SEROKATIYA PARTIYA YEKÎTÎ YA KURDISTANÎ BI BEŞDARIYA ENCÛMENA XWECIHÎ YA ENKSÊ SEREDANA RÊVEBERIYA NAVÇEYA KOBANÊ KIR

November 19, 2026
in Breaking news, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

 

Şandeke serokatiya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriye, bi serokatiya mamoste Silêman Oso, Sekreterê Partiyê û endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), îro Çarşemê 18/11/2026an, seredaneke fermî bo avahiya Rêveberiya Navçeya Kobanê pêk anî.

Di şandê de mamoste Mecdel Delî, endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî, li gel hejmarek ji endamên Encumena Xwecihî ya ENKSê li bajarê Kobanê cih girtin.

Şand ji aliyê mamoste Mihemed Mihemed, Rêveberê Navçeya Kobanê ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de hejmarek ji dosye û mijarên girîng ên ku rasterast bi rewşa bajar û welatiyên wê ve girêdayî ne hatin gotûbêjkirin, di serî de:

• Rewşa ewlehî û jiyanê: Beşdaran astengiyên ewlehî û aborî yên niha li Kobanê nirxandin û rêyên sivikkirina barê jiyana rojane ya welatiyan di bin van şert û mercên dijwar de nîqaş kirin.

• Xizmetguzarî û binesazî: Şandê tekezî li ser pêwîstiya zêdekirina hewldanan ji bo baştirkirina rewşa xizmetguzariyan û pêşxistina binesaziyê li bajar û gundewarên wê kir, da ku pêdiviyên sereke yên xelkê werin dabînkirin û karûbarên wan ên rojane hêsan bibin.

• Xurtkirina aştiya navxweyî û zimanê diyalogê: Her du aliyan girîngiya pabendbûna bi zimanê diyaloga avaker wekî tekane rêya çareserkirina nakokiyan, û pêwîstiya parastina aştiya navxweyî û tevna civakî li herêmê dûpat kirin.

• Redkirina gotara kîn û nefretê: Beşdaran banga dûrketina temam ji gotara kîn û nefretê û aloziyê kirin, û xwestin ku bi giyanê hevgirtin û hevkariya hevbeş kar were kirin da ku berjewendiya giştî di ser her tiştî re were girtin û xizmeta xelkê Kobanê were kirin.

Hevdîtin bi tekezkirina li ser girîngiya berdewamiya têkilî û hevahengiyê di navbera hemû aliyên çalak de bi dawî bû, da ku xizmeta aramiya bajêr bike û hêviyên niştecihên wê pêk bîne.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

ENCÛMENA XWECIHÎ YA KOBANÊ YA ENKS’Ê PÊŞWAZIYA ŞANDEKE SEROKATIYÊ YA PARTIYA YEKÎTÎ YA KURDISTANÎ – SÛRIYE KIR

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne