Friday, November 20, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

HERDU ENCÛMENÊN XWECIHÎ YÊN HESEKÊ YÊN ENKS’Ê LÎSTIKVANÊN AKADEMIYA BAZÊN TAEKWONDO PIŞTÎ SERKEFTINA WAN DI QEHREMANIYA KOMARÊ DE XELAT KIRIN

November 19, 2026
in Breaking news, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

 

Herdu encûmenên xwecihî yên Hesekê yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), lîstikvanên Akademiya Bazên Taekwondo xelat kirin.

Ev xelatkirin wekî rêzgirtinekê ji bo serkeftina werzîşî ya ku di Qehremaniya Komarê de bi dest xistine, bi amadebûna hejmarek werzîşvan û kesên eleqedar ên warê werzîşê pêk hat.

Ev xelatkirin piştî encamên berbiçav ên ku lîstikvanên Akademiya Navneteweyî ya Bazên Taekwondo û Dibistana Navneteweyî ya Daydo di beşdariya xwe ya hevbeş a di Qehremaniya Komarê ya Taekwondo de bi dest xistine, hat.

Qehremanî li paytext Şamê bi beşdariya 38 tîm û 365 lîstikvanan ji parêzgehên cuda yên Sûriyê birêve çûbû.

Rêveberê akademiyê, Kapten Nazim Ehmo ragihand ku lîstikvanên herdu dibistanan karîn 18 madalyayên curbicur bi dest bixin; ew jî 4 madalyayên zêr, 2 madalyayên zîv û 12 madalyayên bronz in.
Bi van encaman, wan di asta şitlan (beraîm) de pileya yekem, di asta biçûkan de pileya sêyem û di rêzbendiya giştî ya qehremaniyê de jî pileya sêyem bi dest xistin.

Di dema merasîma xelatkirinê de, herdu encûmenên xwecihî yên ENKS’ê mertaleke rêzgirtinê pêşkêşî akademiyê kirin wekî nirxandinekê ji bo ked û destkeftên wê yên werzîşî.

Ji aliyê xwe ve, akademiyê jî mertalek pêşkêşî Encûmena Niştimanî ya Kurdî kir wekî spasdariyekê ji bo vê destpêşxeriyê.

Ev xelatkirin di çarçoveya piştgirîkirina behremendên werzîşî yên ciwan, handana serkeftinên navxweyî û ronîkirina şiyanên hêvîbexş ên ku navê Hesekê di qadên werzîşî de li ser asta Sûriyê bilind dikin, tê.

Ragihandina ENKSê
Rapor : Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

NÛNERTIYA ENKSê LI HERÊMA KURDISTANÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI HEWLÊRÊ LI DAR XIST

Nivîsa Paşîn

ENCÛMENA XWECIHÎ YA KOBANÊ YA ENKS’Ê PÊŞWAZIYA ŞANDEKE SEROKATIYÊ YA PARTIYA YEKÎTÎ YA KURDISTANÎ – SÛRIYE KIR

Nivîsa Paşîn
ENCÛMENA XWECIHÎ YA KOBANÊ YA ENKS’Ê PÊŞWAZIYA ŞANDEKE SEROKATIYÊ YA PARTIYA YEKÎTÎ YA KURDISTANÎ – SÛRIYE KIR

ENCÛMENA XWECIHÎ YA KOBANÊ YA ENKS'Ê PÊŞWAZIYA ŞANDEKE SEROKATIYÊ YA PARTIYA YEKÎTÎ YA KURDISTANÎ – SÛRIYE KIR

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne