Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS), roja Sêşemê 17ê Mijdara 2026an, bi amadebûna piraniya endaman, civîna xwe ya asayî li baregeha nûnertiyê ya li bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, li dar xist.
Di rojeva civînê de ev xal hatin gotûbêjkirin:
• Rêzgirtin li şehîdan: Civîn bi rawestandina deqeyekê bêdengî ji bo rêzgirtina li giyanê pak ê şehîdên şoreşa Sûriyeyê, şehîdên gelê Kurd û Kurdistanê, û di serî de Rêberê Neteweyî yê Kurd Mele Mistefa Barzanî û têkoşerê nemir Îdrîs Barzanî, dest pê kir.
• Pêşhatên siyasî û amadekariyên kongreyê:
Nirxandina dawîn pêşhatên siyasî li ser asta herêmî û navneteweyî, bi taybetî mijarên girêdayî doza Kurdî û guhertinên heyî yên li herêmê.
Her wiha danîna nêrînên stratejîk ji bo xurtkirina mekanîzmayên karê ENKSê û pêşxistina performansa wê, wekî amadekariyekê ji bo lidarxistina kongreya wê ya pêncemîn.
• Rewşa penaberên Kurdên Sûriyeyê: Gotûbêjkirina rewşa penaberên Kurdên Sûriyeyê li Herêma Kurdistanê û lêkolîna li ser astengiyên ku di hemû waran de rastî wan tên. Di vê çarçoveyê de biryarên pêwîst hatin girtin ji bo şopandina van mijaran li gel aliyên peywendîdar bi mebesta dîtina çareseriyên guncaw.
Her wiha tekezî li ser pêwîstiya zêdekirina hewldanan û karê berdewam di vê qonaxê de hat kirin, ji ber rewşa awarte ya ku penaber tê re derbas dibin û astengiyên mezin ên ku bandorê li jiyana wan a rojane dikin.
• Nirxandina kar û biryarên rêxistinî:
Nirxandina performansa nûnertiyê û wergirtina hejmarek biryarên rêxistinî bi mebesta pêşxistina meşa kar û xurtkirina hevkariya çalak di navbera endamên nûnertiyê de.
Ragihandina ENKSê
Rapor : Elî Fetah


