Friday, November 13, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

ŞANDEYA ENCÛMENA NIŞTIMANÎ YA KURDÎ HEVDÎTINÊN XWE LI PARÊZGEHA HEMAYÊ DIDOMÎNE Û SEREDANA HEJMAREK GUNDAN DIKE

November 13, 2026
in Breaking news, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

 

Di çarçoveya temamkirina gera yekem a hevdîtinên ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) li parêzgeha Hemayê pêk tîne de, şandeya encûmenê seredanên xwe yên meydanî berdewam kirin.

Ev gera nû hejmarek gund li xwe girtin, bi armanca xurtkirina peywendiyan ligel gelê me, guhdarîkirina li hêvî û nêrînên wan, û bihêzkirina têkiliyan.

Gera şandeyê ev gundên li jêr li xwe girtin:
— Gundê Eltewîl: Bi mêvandariya Birêz Ehmed Adil Elosman.
— Gundê Xirbet Elcami: Bi mêvandariya Parêzer Ebdulrezaq Hemo.
— Gundê Elemare: Li mêvanxaneya Muxtar Xalid Mûsa Elesmer.
— Gundê Elsiwêde: Li mêvanxaneya Muxtar Menar û Read Hemade.

Ev hevdîtin dikevin di çarçoveya hewlên Encûmena Niştimanî ya Kurdî de ji bo xurtkirina peywendiyên rasterast ligel welatiyan, çalakkirina diyaloga civakî, û çespandina nirxên hevkarî û hevahengiyê ku xizmeta doza neteweyî ya Kurdî dike.

Di dawiya gerê de, şandeya encûmenê spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî hemû xelk û kesûkarên me yên li gundewarê Hemayê kirin, ji ber pêşwaziya germ û mêvandariya wan a birûmet, û keşûhewaya biratiyê ya ku di hevdîtinan de hebû bilind nirxand.

Herwiha şandeyê bi taybetî spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî her yek ji birêzan: Parêzer Menhel Elberazî, Samer Kenco, Heyan Elberazî, Sedullah Elberazî, û Riza Hemade kirin, wek rêzgirtinekê ji bo ked û beşdariya wan di serxistina van hevdîtinan de.

Ev ger girîngiya berdewamiya peywendiyan ligel gelê me û xurtkirina têkiliyên civakî û niştimanî tekez dike, ku ev yek dibe alîkar di çespandina diyalog, têgihiştin û karê hevbeş de.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

XWEPÊŞANDANEK LI TIL TEMIRÊ LI DIJÎ KÊMBÛNA MAZOTA GERMANÊ Û BIHABÛNA WÊ Û BIRÎNA RÊYA NAVNETEWEYÎ YA M4

Nivîsa Paşîn

ENCÛMENA XWECIHÎ YA AMÛDÊ BÎRANÎNA 66’EMÎN A KARESATA SÎNEMAYA AMÛDÊ VEJAND: WEFADARIYEKE NEVEMIRÎ Û BÎRDANKA NEMIR

Nivîsa Paşîn
ENCÛMENA XWECIHÎ YA AMÛDÊ BÎRANÎNA 66’EMÎN A KARESATA SÎNEMAYA AMÛDÊ VEJAND: WEFADARIYEKE NEVEMIRÎ Û BÎRDANKA NEMIR

ENCÛMENA XWECIHÎ YA AMÛDÊ BÎRANÎNA 66'EMÎN A KARESATA SÎNEMAYA AMÛDÊ VEJAND: WEFADARIYEKE NEVEMIRÎ Û BÎRDANKA NEMIR

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne