Çarşem, 11ê Mijdarê
Xwepêşanderên ji şêniyên bajarê Til Temirê rêya navneteweyî ya M4 li pêşiya sîternên veguhastina sotemeniyê yên ku ber bi hundirê Sûriyeyê ve diçûn birîn.
Ev çalakî wekî nerazîbûnekê li hember berdewamiya nebûna mazota germkirinê heta niha û bilindbûna wê ya zêde hat lidarxistin, ku di bin siya xirabbûna rewşa debarê û zêdebûna bêkariyê de kirîna wê ji bo şêniyan gelekî zehmet bûye.
Xwepêşanderan daxwaz ji Hikûmeta Sûriyeyê, Parêzgarê Hesekê û aliyên pêwendîdar kirin ku destwerdanê bikin, vê pirsgirêkê çareser bikin û mazotê bi bihayên guncaw peyda bikin.
Wan tekez kir ku ne maqûl e herêma wan li ser deryayên petrolê bijî, lê hikûmet wê bi vî bihayê nepejirandî û nemantiqî bifiroşe.
Bi taybetî bi guherîna keşûhewayê û hatina zû ya sermaya dijwar û îhtîmala berdewambûna wê re, pêwîstî bi vêxistina sobeyan a zû û mîqdareke mezin a mazotê heye.
Li gorî bihayê niha, bidestxistina mazotê ji bo gelek şêniyên herêmê zehmet e, lewma ew daxwaza çareseriyên ku hemû aliyan razî bikin, dikin.
Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah


