Encûmena Xwecihî ya Dirbêsiyê û Gundewarên Wê (Encûmena Şehîd Ciwan Elqutna), ya ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), civîna xwe ya asayî li gundê Reşîdiyê yê ser bi bajarê Dirbêsiyê ve li dar xist.
Civîn di 30ê Cotmeha 2026an de, bi amadebûna birêz Neşet Zaza, Serokê Nivîsgeha Karûbarên Encûmenên Xwecihî, hate lidarxistin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan û giyanê Nemir Mela Mistefa Barzanî dest pê kir.
Paşê, birêz Ehmed Oso rapora ku ji Nivîsgeha Karûbarên Encûmenên Xwecihî hatibû, xwend.
Di berdewamiya civînê de, birêz Neşet Zaza behsa siyaseta Encûmenê (ENKS) li dor rewşa heyî kir.
Her weha navborî bi dîtin û nirxandinên xwe civîn dewlemend kir, nemaze li ser mijara helwesta Encûmenê li hember biryarên Wezareta Perwerdeyê yên derbarê zimanê Kurdî de.
Amadebûna civînê tekez kirin ku mafê her gelekî heye ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne.
Wan destnîşan kir ku veqetandina sê saetên dersê ji bo zimanê Kurdî, bersiva daxwazên gelê Kurd û hewcedariyên xwendekaran nade û ne bes e.
Ji aliyekî din ve, birêz Neşet Zaza behsa mijara zeviyên ku ji aliyê dewletê ve hatine desteser kirin û projeya Kembera Erebî ya ku ji aliyê hikûmeta Beasê ve hatibû çêkirin, kir.
Wî bal kişand ser zirarên ku ev polîtîka ji hingê ve gihandine gelê Kurd. Zaza rênîşandan ku Encûmen hewl dide çareseriyan ji bo pirsgirêka “Xemir” (Zeviyên di bin avê de mane) bibîne û mekanîzmayên çareserkirina vê nakokiyê çalak bike, daku herêm ji şerên navxweyî dûr bikeve.
Di civînê de her weha behsa amadekariyên Kongreya ENKSê ya li bende hat kirin, û rêyên serkeftina wê bi awayekî ku armancên Encûmenê pêk bîne hatin gotûbêjkirin.
Di dawiyê de, amadebûyan spasiya xwe ya germ pêşkêşî birêz Neşet Zaza kirin ji bo amadebûn û tevkariya wî ya giranbiha di civînê de.
Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah



