Şandeyeke ji Encûmena xwecihî ya Kobanê, ya ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), seredaneke meydanî bo hejmarek ji xelkê herêma Girê Spî pêk anî.
Ev seredan piştî wan binpêkirin û êrîşên hovane hat, ku xelkê deverê rûbirûyî wan bûn dema ku hewl didan vegerin ser mal û milkên xwe; ku gihîşt astê şewitandina erebe û alavên wan ji aliyê komên êrîşkar ve.
Di dema seredanê de, Encûmena xwecihî hevxebat û piştevaniya xwe ya tam ligel malbatên zerardîtî nîşan da û careke din tekezî li ser van prensîb û mijarên jêrîn kir:
· Mafê Vegereke Ewle:
Vegera xelkê bo ser mal, gund û zeviyên xwe mafekî rewa û bingehîn e, ku qet nayê guhartin û astengkirin.
· Vegerandina Milkên Desteserkirî: Divê dawî li her cûre desteserkirina ser mal û milkên welatiyan ji aliyê komên çekdar (faksiyonan) ve bêt anîn, û demildest radestî xwediyên wan yên qanûnî bibin.
· Berpirsiyariya Parastin û Ewlekariyê: Divê saziyên hikûmî û aliyên peywendîdar berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlakî di dabînkirina silametiya welatiyan de hilgirin, êrîşkar rûbirûyî dadgehê bikin û mîsoger bikin ku êrîşên bi vî rengî dubare nebin.
Li dawiya seredanê, Encûmena xwecihî pabendbûna xwe nû kir ku dê berdewam be di şopandina van mijaran de û pêşkêşkirina piştgiriya pêwîst bo xelkê, li dijî hemû binpêkirinên ku aramiya herêmê û rûmeta welatiyan dikin armanc.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah


