Şandeyeke ji xwecihiya Şamê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), bi vexwendina “Navenda Cisûr a Lêkolînan”, beşdarî semînereke diyalogê ya bi navê “Arasteyên Hêzên Siyasî li Ser Proje-Yasa Rêxistinên Siyasî li Sûriyê” bû.
Di semînerê de ku bi amadebûna hejmarek ji siyasetmedar û lêkolîneran hat lidarxistin, gotûbêjên kûr li ser pêşeroja qanûnî ya xebata Partî hatin kirin.
Şandeya Encumenê di destwerdanên xwe de teqezî li ser girîngiya avakirina jîngeheke demokratîk kir ku piralîbûnê û parastina mafên hemû pêkhateyan garantî bike.
Her wiha şandeyê teqez kir ku pêwîst e yasa rêxistinên siyasî li ser bingeha lihevkirineke neteweyî ya berfireh were amadekirin, da ku dewleta hevwelatîbûn û hevkariya rastîn xurt bike.
Ragihandina ENKSê
Rapor : Elî Fetah


