Bi amadebûna kesayetiyên neteweyî, çandî û civakî, Encûmena Xwecihî ya Şamê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) pîrozbahiyek bi helkefta 15’emîn salvegera damezrandina ENKSê li dar xist.
Çalakî bi xêrhatina mêvanan dest pê kir, paşê xulekeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên Kurd û Kurdistanê, bi serokatiya Barzanîyê Nemir, û şehîdên şoreşa Sûriyê hat girtin.
Di şahiyê de, rûniştineke axaftinê ji aliyê birêz Nimet Dawid, endamê Desteya Serokatiya ENKSê û berpirsê Ofîsa Têkiliyan li Şamê, hat pêşkêşkirin.
Dawid behsa şert û mercên dîrokî û siyasî yên hemwextî damezrandina Encûmenê kir, her weha qonax û guhertinên herî berbiçav ên ku di xebata xwe de derbas kirine, û rûbirûbûna astengiyan ji bo parastina mafên neteweyî yên rewa yên gelê Kurd di nav Sûriyeke piralî û demokratîk de ku mafên hemû pêkhateyan garantî dike.
Di helkeftê de, tekezî li ser pabendbûna bi rêbaza xebata aştiyane û dîplomatîk, û berdewamiya kar ji bo xizmeta dozên neteweyî û giştî hat kirin.
Amadebûyan jî bal kişandin ser girîngiya yekgirtina rêzan û bihêzkirina peywendiyên yekîtiya neteweyî di vê qonaxa dîrokî ya welat de kir.
Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah



