Şaxê Hesekê yê Yekitiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriya, roja duşemê, semînerek rewşenbîrî bi navê «Şerê Cîhanê yê Yekem: Sedem, Encam, Rehend û Bandora Siyasî» li baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanî – Sûriya (PDK-S) li bajarê Hesekê li dar xist.
Di semînerê de hejmarek ji rewşenbîr û nûnerên partiyên kurdî yên bajêr amade bûn.
Semîner bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên Kurd û Kurdistanê û bavê ruhanî yê gelê Kurd, Mele Mistefa Barzanî, dest pê kir.
Nivîskar Silêman Cewher xêrhatina mêvanan kir.
Piştre nivîskar Miş’el Osman, Serokê Şaxê Hesekê yê Yekitiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriya, gotarek bi navê Yekitiyê pêşkêş kir. Osman spasiya PDK-Sê kir ji bo mazûvaniyê û bi kurtasî giringiya mijarê û bandorên Şerê Cîhanê yê Yekem li ser gelê Kurd û qonaxa wî ya siyasî nirxand.
Dure, nivîskar Mihemmed Salih Îbrahîm babetên semînerê pêşkêş kirin.
Wî di destpêkê de anî ziman ku Şerê Cîhanê yê Yekem qonaxeke serekî ye di dîroka nû de, ji ber guhartinên siyasî û cografî yên ku çêkirine û bandorên ku li ser gelên herêmê û bi taybetî gelê Kurd hiştine.
Îbrahîm behsa rola Kurdan di dema şer de kir û bal kişand ser çend aliyên helwestên wan; wek rola mirovî di parastina hejmarek Mesîhiyan de, û her wiha amaje bi tevlêbûna hinek Kurdan di bûyerên tundûtûjiyê yên li dijî Mesîhiyan de kir, ku di çarçoveya şer û nakokiyên wê demê yên li herêmê de qewimî bûn.
Her wiha, wî sedemên rasterast û nerasterast ên destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekem şirove kirin, û roniya xwe xist ser tevlêbûna faktorên siyasî û nakokiyên navdewletî yên ku rê li ber wî şerî vekirin, û encamên ku bandoreke mezin li ser nexşeya herêmê û paşeroja gelên wê kirin.
Semîner bi gotûbêj û pirsên amadebûyan germtir bû. Nivîskar Mihemmed Salih Îbrahîm bi dilekî fireh bersiva pirsan da û gelek xalên ku ji aliyê beşdaran ve hatin raber kirin ronî kirin, di nav keşûhewayeke rewşenbîrî ya tije diyalog û danûstandina ramanan de.

Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah



