Bi boneya 16 emîn salvegera koçkirina têkoşer û xebatker serokê partiya Yekîtî “Isma’îl Umer”şandek ji Partiya Yekîtiya Dîmiqratî Kurdistanî ya bi ser ENKSê ve,serdana gora têkoşer Isma’îl Umer ,li gundê Qerequyê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, li Kurdistana Sûrî kirin.
û hatin pêşwazî kirin ji aliyê malbata têkoşer Isma’îl Umer û piştre şandê qevdek ji gulan danîn ser gora têkoşerê nemir Isma’îl Umer û wêneyê Elfatîha li ser giyanê têkoşer Isma’îl Umer xwendin.
Mamoste Fayiz Mistefa, endamê Desteya Rêvebir, gotarek pêşkêş kir.
Di gotara xwe de, wî ronahî xist ser qonaxên giring ji jiyana koçkirî û ked û xebata wî ya siyasî.
Her wiha, wî bal kişand ser amadebûna wî ya berçav di jiyana siyasî ya kurdî de, û ew helwest û pabendbûna ku di tevahiya jiyana wî de bi doza gelê kurd re girêdayî bûn.
Di heman demê de, bîr xistin li ser giringiya parastina mîrata wî ya tekoşînê û berdewamkirina xebatê ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên rewa yên gelê kurd.
Herwiha di dawiyê de,mamoste Umer Emo bi navê malbata têkoşerê nemir Isma’îl Umer, kêfxweşiya xwe dan xuyakirin li ser wefedariya hevalên wî ji bo bîranîna15emîn salvegera koçkirina wî..
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah


