Sunday, October 18, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

LI XIRBÊ DEXÎL LIHEVANÎNAKE DÎROKÎ: NÊZÎ 40 SALÊN QUTKIRINÊ BI DAWÎ BÛN

October 18, 2026
in Breaking news, Çalakî, Civak, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

 

Roja Înê, 16ê Cotmeha 2026an, li gundê Xirbê Dexîl pîrozbahiya girêdana lihevanîneke dîrokî di navbera herdû malbatên “Hemê Xatê” û “Mela Mûsa” de hat lidarxistin.

Ev lihevanîn dawî li dixesimîn û qutbûneke 40 salan tîne, ku piştî kuştina endamê malbata Hemê Xatê ji aliyê endamekî malbata Mela Mûsa ve dest pê kiribû.

Merasîm bi amadebûna Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û encûmenên wê yên xwecihî li Hesekê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir û Ebû Rasên bi rê ve çû.

Her wiha nûnerên partiyên siyasî, girseyeke mezin ji rûspî û serokên eşîrên Kurd û Ereb, û xelkê gundewarên navçeya Ebû Rasên (Zirgan) tê de beşdar bûn.

Ev lihevanîn di bin serpariştî û hevahengiya Şêx Hemîd El-Kalî de hat pêkanîn.

Ji bo pêşwazîkirina mêvanan çar kon hatibûn vedan.

Piştî bixêrhatina amadebûnan ji aliyê organîzatoran ve, sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, birêz Mihemedê Mûsê, li ser navê malbata maktûl (Malbata Hemê Xatê) gotarek pêşkêş kir.

Wî bixêrhatina hemûyan û malbata Mela Mûsa kir û amadebûna xwe ji bo girtina vê rûpela reş a 40 salan nîşan da.

Wî tekez kir ku têkiliyên wan dê vegerin mîna berê û daxwaza lêborîna dualî kir, bêyî ku ti xwînbaha (diye) an şert û merc bêne xwestin.
Ji aliyê xwe ve, birêz Ebdulhelîm Mela Mûsa li ser navê malbata Mela Mûsa axivî.

Wî spasiya taybet a malbata Hemê Xatê kir ji bo sîngfirehî û pêşwaziya wan a germ. Her wiha spasiya Şêx Hemîd El-Kalî, rûspiyên eşîran û partiyên siyasî kir ku ji bo serxistina vê aştiyê kedeke mezin dan.

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), birêz Mihemed Îsmaîl, gotara Encûmenê pêşkêş kir û silav li helwesta birêz Mihemed Mûsa kir ku bi camêrî û bêyî berdêl ji mafê xwe yê xwînê borî. Îsmaîl got: «Yê ku ji tiştên piçûk dibore û ber bi tiştên mezin ve diçe ew bixwe mezin e.

Kî ku di weşên weha de lêborînê nîşan bide, ew hêjayî rêzgirtineke mezin e.»
Li pey hev, nûnerên partiyên siyasî yên beşdar gotarên xwe pêşkêş kirin.

Di gotaran de girîngiya lêborîn û aştiyê hat bilindnirxandin û bang li civakê hat kirin ku biratî û jiyana hevbeş xurt bikin.

Merasîm bi gotareke hêja ji aliyê birêz Mihemed Hesen Ubeyd ve li ser navê eşîrên Ereb bi dawî bû.

Ragihandina ENKSê
Rapor : Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

XWECIHIYA EFRÎNÊ KESAYETIYA NETEWEYÎ EMÎN ŞÊX KELÎN PÊŞWAZÎ KIR

Nivîsa Paşîn

PYDKÊ YA BI SER ENKSÊ VE SERDANA GORA TÊKOŞER Û XEBATKARÊ MEZIN ISMA’ÎL UMER KIR …

Nivîsa Paşîn
PYDKÊ YA BI SER ENKSÊ VE SERDANA GORA TÊKOŞER Û XEBATKARÊ MEZIN ISMA’ÎL UMER KIR …

PYDKÊ YA BI SER ENKSÊ VE SERDANA GORA TÊKOŞER Û XEBATKARÊ MEZIN ISMA’ÎL UMER KIR …

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne