Nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li herêma Efrînê, roja pêncşemê kesayetiya neteweyî, civakî û siyasî ya naskirî, mamoste Emîn Şêx Kelîn pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de, nîqaşên kûr li ser geşedan û guhertinên dawî yên li ser asta Sûriyê û navçeyê hatin kirin.
Her wiha rewşa doza Kurd li Sûriyê û rola ku ji tevgera siyasî ya Kurdî di qonaxa niha de tê hêvîkirin hatin nirxandin, daku bikaribe roleke neteweyî û niştimanî ya çalak di avakirina Sûriyeya nû de bilîze.
Di heman demê de, li ser çawaniya yekxistina dîtin û hewldanan hate sekinandin, bi mebesta ku tevgera Kurdî roleke navendî, niştimanî û neteweyî bilîze ku bi bandor tevkariyê di xêzkirina rûyê “Sûriyeya Nû” de bike; Sûriyeyeke ku li ser bingeha hevparî, piralî û demokrasiyê ava bibe û mafên hemû pêkhateyên xwe garantî bike.
Di dawiya hevdîtinê de, kadro û endamên Encûmenê li Efrînê spasiyên xwe yên jidil pêşkêşî mamoste Amîn Şêx Kelîn kirin ji bo vê serdana nirxdar û girîngiya ku ew her dem dide peywendî û şêwirandinê.
Her wiha daxwaza tendurustiyeke baş û temenekî dirêj ji bo wî kirin, daku li ser xebat û xizmeta xwe ya neteweyî û civakî berdewam be.
Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah


