Vexwendineke fermî ji aliyê Balyozê Spanyayê birêz Antonio González-Zaballos ve, serokê ofîsa peywendiyan a Encumena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li Şamê, birêz Mehabad Tîzyanî, beşdarî merasîma Cejna Neteweyî ya Spanyayê bû, ku li paytext Şamê hate lidarxistin.
Di şahiyê de zêdetirî hezar kesayetiyên dîplomatîk, nûnerên hêzên siyasî û rêxistinên mirovî amade bûn.
Ev çalakî di nav keşûhewayekî taybet de birêve çû, ku girîngiya vê rojê nîşan da û pira peywendî û hevkariyê di navbera aliyan de bihêztir kir.
Ragihandina ENKSê
Rapor : Elî Fetah


