Thursday, October 8, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

BÎRANÎNA 15 EMIN: QAMIŞLO ŞEHÎDÊN XWE BI BÎR ANÎ

October 8, 2026
in Breaking news, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

 

QAMIŞLO – Îro 15 sal di ser şehadeta her du têkoşerên azadiyê, Cemal Huseyn û Hesen Mistefa re derbas dibin.

Her du şehîd di sala 2011’an de, ji aliyê hêzên rejîma Baas ve li bajarê Qamişlo, di dema oxarkirina cenazeyê şehîd Mişel Temo de hatin şehîdkirin.

Ev bûyer wekî yek ji girîngtirîn qonaxên hevgirtin û berxwedana gelê Kurd li dijî zilm û zordariyê tê naskirin.

Merasîma oxarkirinê veguherî xwenîşandaneke girseyî û dîrokî.

Bi hezaran şêniyên Qamişlo û deverên cuda yên Rojavayê Kurdistanê, tevî kesayetên siyasî, rewşenbîr, akademîsyen û nûnerên saziyên sivîl beşdarî merasîmê bûn.

Tevlîbûna gel nîşaneya biryardariya li ser şopa azadiyê û domandina rêya şehîdan bû.
Di merasîmê de, li ser navê kesayetên neteweyî û rewşenbîrî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku xwîna şehîdan rûmeta gelan ava dike û şehadeta Cemal Hisên û hevalê wî Hesen Mistefa bûye sembola herdemî ya qurbanîdan û dilsoziya bi doza azadî û edaletê re.

Têkoşer Cemal Hisên ku bavê şeş zarokan bû, tevî hevalê xwe Hesen Mistefa yê ji taxa Qudurbeg ku ew jî bavê sê zarokan bû, hatin gulebarankirin.

Hêzên rejîmê rasterast gule li girseya gel reşandin, ya ku bi awayekî aştiyane li dijî siyaseta terorkirina şehîd Mişel Temo hêrsa xwe nîşan dida.

Şehadeta her du têkoşeran guhertineke dîrokî di hişmendiya civakî ya Kurdî de çêkir û wateya berxwedan û rawestîna li dijî sitemkariyê di bîra gelê Qamişlo de çand.

Her du şehîd wekî du sembolên nemir man ku vîna jiyan û azadiyê li hemberî mirin û zilmê nûner dikin.

Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

CIVÎNÊN BERFIREH LI HESEKÊ Û QAMIŞLO

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne