Rêveberê Perwerdeyê li Hesekê Dr. Ednan El-Berî, bi amadebûna endama Nivîsgeha Rêveber a Parêzgeha Hesekê Xanim Vîviyan Osê, rêzeçivînên berfireh bi rêveberên dibistanên bajarên Hesekê û Qamişloyê re pêk anîn, da ku rewşa proseyê perwerde û hîndekariyê li parêzgê bînin ziman.
Di civînan de rûberên herî girîng ên astengî û zehmetiyên ku rûbirûyê dibistanan dibin hatin nirxandin, her weha rêyên çareserkirina wan û xurtkirina hevahengiyê di navbera rêveberiya perwerdeyê û rêveberiyên dibistanan de hatin gotûbêjkirin, daku ev yek bibe alîkar ji bo piştgirîkirina aramiya perwerdeyê û baştirkirina rewşê.
Her weha hate tekezkirin li ser giringiya şopandina meydanî ya berdewam, naskirina hewcedariyên dibistanan û xebata ji bo çareserkirina wan li gorî derfetên heyî, daku jîngeheke perwerdeyî ya guncan ji bo xwendekar û kadroyan were dabînkirin

Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah



