Îro roja şemiyê 10 ê Cotmeha 2026an, malbata mamoste Hesen Keleş di daxuyaniyekê de agahiya kuştina wî ragihand.
Herwiha mamoste Hesen Keleş li navenda bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê roja 30ê Êlûna 2026an, hatibû revandin û çarenûsa wî nehatibû diyarkirin, û kesên ku ew revandin ji bo berdana wî 300 hezar dolar fîdya hatibû xwestin.
Lê îro roja şemiyê 10 ê Cotmeha 2026an, bi dilekî xemgînî malbata mamoste Hesen Keleş kuştina wî ragihand.
Tê zanîn ku mamoste Hesen Keleş 56 salî bû, xelkê bajarokê Girgê Legê yê girêdayî Dêrika Rojavayê Kurdistanê bû, mamosteyê Felsefê bû .
Û termê wî li gundê Sêgirka Çolê hat veşartin.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo


