Amûdê – 8’ê Cotmeha 2026’an
Navenda Dr. Nûredîn Zaza ya Ji bo Diyalog û Avakirina Aştiyê, bi amadebûna hejmarek ji kesayet û eleqedarên warê çandî û siyasî, li ofîsa Encûmena Xwecihî ya Amûdê ya ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), çalakiyeke bîranînê ji bo jiyan û xebata ronakbîr û siyasetmedarê Kurd Dr. Nûredîn Zaza li dar xist.
Di çalakiyê de, nivîskar û lêkolîner Konê Reş semînerek li ser jiyan û qonaxên xebata siyasî û têkoşîna Dr. Nûredîn Zaza pêşkêş kir û bal kişand ser rola wî ya girîng di xizmeta doza Kurdî de.
Her wiha di bernameyê de, helbestvan Xelîl Alûcî, Selahedîn Hec Bedir û Dura Kinreş bi helbestên xwe beşdar bûn.
Helbestên wan behsa pêgeha bilind a Dr.Zaza û mîrata wî ya têkoşîn û ramanî kirin.
Li dawiya çalakiyê, Rêveberê Navenda Dr. Nûredîn Zaza ya Ji bo Diyalog û Avakirina Aştiyê Dijwar Tewfîq, Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) mamoste Mihemed Îsmaîl xelat kir.
Li ser navê wî, endamê Komîteya Navendî mamoste Salih Cemîl mertala rêzlêgirtinê wergirt.
Çalakî bi teyîdkirina li ser girîngiya bîranîna kesayetên niştimanî yên Kurd ku şopên berçav di dîroka siyasî û ramanî ya Kurdî de hiştine bi dawî bû.
Her wiha hate tekez kirin ku divê çanda diyalog û aştiyê were xurtkirin û bîranîna niştimanî were parastin.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



