Friday, October 9, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

15EMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA PAKREWAN ” MIŞEL TEMO” JI ALIYÊ ŞEPÊLA PÊŞEROJ A KURDÎ LI SÛRIYÊ HAT VEJANDIN..

October 7, 2026
in Breaking news, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

 

Îro di roja Çarşemê 7.10.2026’an de,salvegera 15emîn koçkirina pakrewan Mişel Temo li Kurdistana Sûriya li gundê Cinaziyê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve hat vejandin.

Her wiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên partiyên siyasî,civaka sivîl û rewşenbîr herwiha bi beşdarbûna encûmenên xwecehî yên bi ser ENKSê ve li herêmê .

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û giyanê pakrewan Mişel Temo rawestiyan û wêneyê pîroz yê Elfatîha hat xwendin.

Her wiha gotina ENKSê,ji aliyê mamoste Silêman Oso ve, hat pêşkêşkirin.

Gotina xwecihiya Dirbêsiyê,ji aliyê birêz Ahmed Oso ve, hat pêşkêş kirin.

-Herwiha gotina Şepêla pêşeroj A kurdî Li Sûriyê ji aliyê birêz Zibêr Mûsa ve hat pêşkêş kirin ,têde spasiya hemû mêvanên beşdar kir û piştre kar û xebata pakrewan Mişel Temo damezirandinê vê Şepêlê  li Sûriya nirxand.

Gotina Xwecihiya Barzaniyê Nemir ya Til Temir ji aliê mamoste Azad Haco ve,hat pêşkêş kirin.

Gotina Tevgera Azadî ji aliyê bavê Ismaîl ve hat pêşkêş kirin.

Gotina Tevgera Xuyebûn ji aliyê mamoste Heybet Mamo ve hat pêşkêş kirin.

Xanim Hemîda Rustim xaltîka pakrewan Mişel Temo jî gotinek pêşkêş kir

Her wiha gotina Yekîtiya nivîskarên Kurdistana Sûriya ya şaxê Hesekê ji aliyê mamoste Mişel Osman ve,hat pêşkêş kirin.

Her wiha helbestek ji aliyê Norsîl Reşîd ve hat pêşkêş kirin.

Di dawiyê de,gotina malbata Pakrewan ji aliyê Faris Mişel Temo ve,hat pêşkêş kirin.

Tê zanîn berdevkê yê “Şepêla Pêşerojê ya Kurd li Sûriyê” Mişel Temo, di sala 1957an de li bajarê Dirbêsiyê yê girêdayî parêzgeha Hesekê ji dayik bûye, zewicî ye û 6 zarok hene û li bajarê Qamişlo dijî. , bawernameya endezyariya çandiniyê wergirtiye û dema ku tevlî partiya “Yekîtiya Gelê Kurd” dibe, derbasî cîhana siyasetê dibe.

“Temo” bêtirî bîst salan di nav serkirdeyên “Partiya Yekîtiya Gel a Kurdî li Sûriyê” de kar kir, di dawiya sala 1999 de ji partiyê derket û ligel çend çalakvanên sûrî wek “Elî Ebdullah û Mîşêl Kilo” Komîteyên vejandina civaka sivîl li Sûriyê. Damezirand.

Di 7.10.2011an de, çar kesên rûpoşkirî derbasî nav mala “Mişel Temo” li bajarê Qamişlo bûn, û 18 gule berdan, ku piraniya wan li ser wî, kurê wî “Marsêl” û çalakvana sivîl “Zahida Reşkîlo” bûn dema ku bi wê re hevdîtin dikir, di cih de ew kuşt, lê kurê wî û Zahîde tevî birînên xwe ji mirinê rizgar bûn.

Piştî şehadeta wî, bi hezaran welatî derketin xwepêşandanan ku li bajar û bajarokên Hesekê belav bû, piştre xwepêşanderan peykerê serokê rêjîma berê “Hafiz Esed” li bajarê Qamişlo û bajarê Amûdê hilweşandin.Û daxwaza rûxandina rêjîma Esed kirin û li gundê Cinaziyê li gundewarê Dirbêsiyê, cihê jidayikbûna wî, hat veşartin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah..

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

CIVÎNA ASAYÎ YA MEHANE YA ENCÛMENA KOBANÊ HAT LIDARXISTIN

Nivîsa Paşîn

Vegera koçberên Serê Kaniyê.

Nivîsa Paşîn
Vegera koçberên Serê Kaniyê.

Vegera koçberên Serê Kaniyê.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne