Karwanê sêyem ê koçberên Serê Kaniyê vegeriya warê xwe.
Roja Duşemê, 5ê Cotmeha 2026an, sêyemîn karwana koçberên (Sere Kaniyê) ber bi malên xwe ve çû, wekî beşek ji pêvajoya vegerê ya berdewam li herêmê.
Li gorî çavkaniyên herêmî, karwan 516 malbatên koçber hilgirtibûn ku di salên borî de neçar man ku ji malên xwe derkevin.
Roja duşemê 5ê cotmehê karwanekî din dest bi rêwîtiya xwe ya vegera bo mal û erdên xwe kirin, bi hêviya ku ev gav dê bibe alîkar ku rûpela koçberiyê were girtin û jiyanek aramtir dest pê bike.
Ev karwan berdewamiya karwanên berê ye ku wekî beşek ji hewildanên ji bo organîzekirina vegera koçberan bo deverên wan derketine. Niştecîh hêvî dikin ku ev destpêşxerî dê berfireh bibe da ku di qonaxa pêş de hejmareke mezintir bigire nav xwe.
Li gorî rayedaran, ku karwanek din roja Pêncşemê birêbikeve , wekî beşek ji hewildanên berdewam ji bo berdewamkirina pêvajoya vegerê û peydakirina şert û mercên guncaw ji bo vegera koçberan bo malên xwe.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



