Encûmena Xwecihî ya Kobanê roja Yekşemê, 5ê Cotmeha 2026an, civîna xwe ya asayî ya mehê li baregeha Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriya li dar xist.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Paşê rapora siyasî hat xwendin û xalên herî girîng hatin nîqaşkirin, her wiha rewşa rêxistinî ya encûmena xwecihî hat nirxandin.
Beşdaran bal kişandin ser şert û mercên giran ên jiyanê yên ku xelkê Kobanî tê de dinalînin, bi taybetî di bin siya xerabûna aborî, bilindbûna bihayê sotemeniyê û kêmbûna kalîteya xizmetguzariyan.
Her wiha, di civînê de rewşa alozî û bêewlehiyê ya li herêmê hat gotûbêjkirin, ku bûye sedema zêdebûna revandin, dizî û tawanên cuda.
Şanazî û nemirî ji bo şehîdên Kurdistanê.
Ragihandina ENKSê
Rapor : Elî Fetah



