Monday, November 23, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

HESEKÊ: SEMÎNEREK LI SER NASNAMEYA ÇANDÎ YA KURDÎ

October 7, 2026
in Breaking news, Çalakî, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

 

– Rêxistina Hesekê ya Partiya Demokrat a Kurdistanî – Sûrya (PDK-S),di roja Duşemê,5/10/2026 an de, semînereke wêjeyî ya bi navê “Nasnameya Çandî ya Kurdî: Hêman û Sîstemên Wê Yên Têgehî” li dar xist.

Semîner ji aliyê nivîskar Seîd Yûsif, endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Sûrya ve, li nivîsgeha partiyê ya li bajarê Hesekê û bi amadebûna hejmarek ji kesên eleqedarên karûbarên çandî û wêjeyî hat pêşkêşkirin.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên Kurd û Kurdistanê û bavê ruhanî yê gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî dest pê kir, li gel sirûda neteweyî ya Kurdî (Ey Reqîb).

Endamê Komîta Navçeyî ya Rêxistina Hesekê ya PDK-Sê, Hacî Beşîr, xêrhatina amadebûyan kir, piştre nivîskar Seîd Yûsif da naskirin û behsa rêça wî ya wêjeyî û çandî, berhemên wî yên herî berbiçav û beşdariyên wî di qada çandî de kir.

Nivîskar Seîd Yûsif di semînera xwe de bal kişand ser têgeha nasnameya çandî ya Kurdî, li ser hêman û pêkhateyên wê yên herî girîng rawestiya, û behsa rola çand, ziman, dîrok, mîrat û bîranîna giştî di avabûn û berdewamiya wê de di navbera nifşan de kir.
Her wiha, wî amaje bi xwezaya nasnameya çandî û guhertinên wê di bin bandora guhertinên civakî, dîrokî û şaristanî de kir.

Wî tekez li ser girîngiya fêmkirina van guhertinan kir, di heman demê de parastina taybetmendiya çandî û hîmên ku bingeha nasnameyê pêk tînin wekî xaleke sereke nîşan da.

Yûsif destnîşan kir ku ziman yek ji pêkhateyên herî girîng ên nasnameya çandî ye û amûreke ji bo parastina bîranînê û veguhastina çand û zanînê di navbera nifşan de ye, bi taybetî di bin siya guhertinên ku geşedanên nûjen û teknolojîk li ser civak û çandan ferz dikin.

Di dawiya semînerê de, dergeha nîqaş û pirsan ji bo amadebûyan hat vekirin, ku tê de behsa çendîn mijarên girêdayî nasname û çanda Kurdî, û girîngiya bilindkirina hişyariyê û parastina pêkhateyên wê hat kirin.

Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

ŞAM: ENKSÊ MÊVANÊ XWE PÊŞWAZÎ KIR

Nivîsa Paşîn

CIVÎNA ASAYÎ YA MEHANE YA ENCÛMENA KOBANÊ HAT LIDARXISTIN

Nivîsa Paşîn
CIVÎNA ASAYÎ YA MEHANE YA ENCÛMENA KOBANÊ HAT LIDARXISTIN

CIVÎNA ASAYÎ YA MEHANE YA ENCÛMENA KOBANÊ HAT LIDARXISTIN

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne