Bi armanca xurtkirina têkiliyên rêxistinî û neteweyî, Encumena Xwecihî ya Şamê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), bi serokatiya birêz Luqman Oso û bi amadebûna çend endamên xwecihiyê, pêşwazî li endamê Rêxistina Holanda ya Partiya Demokrat a Kurdistanî – Sûriya (PDK-S) endezyar Mihemed Emîn Minla kir, ku navborî serdana navenda encumenê ya li paytext Şamê kiribû.
Di hevdîtinê de çendîn dosyayên girîng hatin nirxandin, ku ya herî berçav ev bûn:
* Giringiya Ofîsa Şamê: Tekîd li ser rola çalak û zindî ya hebûna buroya encumenê li paytextê wekî platformeke neteweyî û siyasî ya girîng hat kirin.
* Geşedanên siyasî: Rûdanên siyasî yên dawî li Sûriyê, guhertinên lezgin yên herêmî û bandora wan li ser doza Kurdî hatin gotûbêjkirin.
Di dawiya hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya yekxistina hewldanan û xurtkirina têkiliyên berdewam di navbera navxwe û rêxistinên penaberiya Ewropayê de kirin, daku xizmeta daxwazên gelê Kurd û dozên wî yên dadperwer bê kirin.
Ragihandina ENKSê
Rapor : Elî Fetah


