Encûmena xwecihî ya Rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKSê ve, di roja înê 2.10.2026an de, civînek lidarxist.
Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.
Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî hat kirin û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate gengeşekirin .
Di derbarê rewşa siyasî de, amadebûyan behsa pêşhatên dawî û rewşên siyasî li meydana Sûriyê bi giştî û li ser qada Kurdî bi taybetî kirin.
Herwiha ji aliyekî din ve Beşdaran bi berfirehî li ser mijara erdên çandiniyê yên ku ji hêla koçberên Ereban ve di dema rejîma Baasê de hatine desteserkirin gotûbêjkirin, Wan tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina vê pirsgirêkê bi biryarek siyasî û çareseriyek dadperwer a qanûnî kirin, dûrketina ji her tedbîrek ku dikare di navbera niştecihên herêmê de aloziyê çêbike, û tekezî li ser girîngiya dabînkirina garantiyên pêwîst ji bo cotkaran û parastina mafên wan kirin.
herwiha di civînê decgirîngiya aktîvkirina rola encumenên herêmî û xurtkirina hebûna wan di civakê de tekez kir, û bal kişandin ser girîngiya ragihandina berdewam di navbera beşên cûda yên civaka Kurd de.
Û di dawiyê derbarî rewşa encûmenên xwecihî û mekanîzmayên wan ên xebatê di dema borî de nirxandin, û herwiha li ser hejmarek mijarên rêxistinî yên bingehîn û beşdarî xizmetkirina berjiwendiya giştî dibin, bi taybetî ji ber rewşa niha ya nebaş a herêmê gengeşekirin.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo


