Di çarçoveya xurtkirina peywendiyên berdewam û hevahengiya rêxistinî de, Xwecihîya Şamê ya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), bi serokatiya birêz Luqman Oso û bi amadebûna endamên xwecihiyê, endamê Desteya Serokatiyê birêz Ebdulbarî Xelef pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de geşedanên dawî yên li ser asta kurdî û nîştimanî hatin nirxandin.
Her wiha rola Encumena Niştimanî ya Kurd di qonaxa niha de û kêşeyên siyasî yên li pêşberî doza kurdî li Sûriyê hatin guftûgokirin. Di heman demê de, her du aliyan rewşa giştî ya welat û bandora wê li ser pêkhateyên cuda yên gelê Sûriyê gotûbêj kirin.
Hevdîtin bi teqezkirina li ser giringiya çalakkirina rola Encumenê li paytext Şamê bi dawî bû. Her weha hate destnîşankirin ku divê hewlên rêxistinî û siyasî werin zêdekirin ji bo xizmetkirina daxwazên gelê kurd li Sûriyê ber bi paşerojeke aramtir û dadperwertir.
Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah


