Encûmena xwecihî ya Tirbespiyê ya bi ser ENKSê ve, di roja înê 2.10.2026an de, civînek lidarxist.
Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.
Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî hat kirin û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate gengeşekirin .
beşdaran pabendbûna xwe bi biryar û çalakiyên encûmenê piştrast kirin.
Piştî vê yekê, raporên ku ji şaxan hatibûn wergirtin hatin xwendin û bersivên guncaw hatin dayîn.
Beşdaran her wiha tekez kirin ku pêwîst e rola Encumena Niştîmanî ya Kurd di vê qonaxê de were xurtkirin, ji ber rewşa aborî ya xirab, nemaze piştî bilindbûna bihayên sotemeniyê (mazot û benzîn) û kêmbûna hêza kirîna welatiyan.
Ji aliyê siyasî ve, Birêz Ekrem Ebdulrehman, endamê emîndariya Giştî ya Encumena Niştîmanîya Kurd li Sûriyê, li ser rewşa giştî ya li Sûriyeyê û rewşa Kurdan bi taybetî, û her weha amadekariyên ji bo Kongreya Pêncemîn a Encumena Niştîmaniya ya Kurd li Sûriyeyê axivî.
Herwiha Ebdulrehman behsa vekişîna Amerîkî ji Iraqê jî kir, Yekkirina hêzên Pêşmerge di nav Wezareta Pêşmerge de.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



