Şandeyeke fermî ji encûmena xwecihî ya Şamê,ya bi ser ENKSê ve,bi serokatiya birêz Luqman Oso, serokê encûmena xwecihî û çend endamên xwecihiyê, êvara Duşemê 28/9/2026an, beşdarî şahiya hunerî ya ku koma “Aştî” li ser dika Mala Operayê li dar xistibû bû.
Li ser gihîştina şandeyê, ji aliyê birêz Îdrîs Murad, serokê koma “Aştî” ve hatin pêşwazîkirin. Piştre, şandeyê li hola protokolan bi rêveberê Mala Operayê, birêz Yasir Eleyûbî re hevdîtin pêkanî.
Li ser vê çalakiyê, serokê encûmena xwecihî pîrozbahî li balyozê deryayî yê Erebistana Siûdî kir bi helkefta Cejna Neteweyî ya Şahnişîna Erebistana Siûdî, bi amadebûna balyozê Behreynê.
Di dema hevdîtinê de, wî pesna rola sereke û girîng a welatên Kendava Erebî, û di serî de Erebistana Siûdî, û piştgiriya wan a berdewam ji bo gelê Sûriyê kir.
Ev beşdarbûn di çarçoveya xebata encûmena xwecihî ya Şamê de ji bo peywendiyên dîplomatîk û bihêzkirina têkiliyên çandî û civakî tê, û rûyê vebûn û hevkariyê di astên cihêreng de nîşan dide.
Ragihandina ENKSê
Rapor : Elî Fetah



