Ji bo xurtkirina peywendiyên rêxistinî û ragihandinê, Xwecihiya Şamê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) roja Sêşemê ,29ê Îlona 2026 an, pêşwazî li rêzdar Elî Hac Fetah (endamê xwecihiya Dirbêsiyê, rojnamevanê beşa kurdî ya ragihandina ENKSê, û endamê Hevrêziya Giştî ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriyê) kir.
Rêzdar Elî Hac Fetah ji aliyê serokê encumenê rêzdar Luqman Oso û hejmarek ji endamên xwecihiyê ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de, çend mijarên giring hatin nîqaşkirin, ku herî berbiçav ji wan ev bûn:
* Hebûna ENKSê: Tekezkirina li ser giringiya mezin a hebûn û çalakiya Encumena Niştimanî ya Kurdî li bajarê Şamê.
* Zimanê Kurdî: Balkişandina ser giringiya parastina zimanê kurdî û çalakkirina hebûna wî, bi taybetî li paytexta Sûriyê Şamê.
* Pêşxistina Kar: Alûgorkirina nêrînan ji bo xurtkirina karê rêxistinî û ragihandinê û xizmetkirina dozên niştimanî.
Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah



