ENCÛMENA XWECIHÎ YA SERÊ KANÎYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LIDAR XIST
Encûmena Xwecihî ya Serê Kanîyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), roja Yekşemê 27’ê Îlona 2026’an, civîna xwe ya asayî bi amadebûna hemû endamên xwe lidar xist.
Civîn bi xulekek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên Kurd û Kurdistanê û di serî de Barzanîyê Nemir dest pê kir.
Paşê civînê derbasî ser xalên rojevê bû ku weha bûn:
* Xwendina rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encûmenên Xwecihî hatibû û nîqaşkirina wê bi berfirehî.
Pesendkirina tevlîbûna birêz Ehmed Îsmaîl wek endamê Encûmena Xwecihî.
* Tekezkirin li ser giringîya pabendbûna bi amadebûna di civînên mehane de û beşdarbûna di çalakîyên encûmenê de.
Di alîyê siyasî de, civînê li ser rûdan û geşedanên dawî yên li ser asta Sûriyê bi giştî û li ser asta Kurdî bi taybetî rawestiya.
Her weha, di civînê de behsa rewşa koçberên Serê Kanîyê û şert û mercên giran ên ku tê de dijîn hat kirin, nexasim bi destpêkirina dibistanan û hatina werzê zivistanê re, ku ev yek barê aborî li ser wan girantir dike, di heman demê de ku dosyaya vegera wan ji bo ser mal û milkên wan hîn jî astengkirî ye.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



