14 SAL LI SER TERORKIRINA PAKREWAN MEHMÛD WALÎ RE DERBAS DIBE…
Di roja Yekşemê 20ê heyva Êlûna 2026 an de,li Kurdistana Sûriye li bajarê Serê Kaniyê 14 sal li ser salvegera koçkirina pakrewan Mehmûd Walî bavê Candî re derbas dibe.
Lê pakrewan Mahmûd Walî,wê tim di bîranîna hevalên xwe de be, bi taybet hevalên wî yên ku baweriya xwe bi piroja neteweyî a Kurdî tînin.
Hêja ye gotinê ye, ku pakrewan Mahmûd Walî ji kesayetên navdar Û Xwedî bandor bû ji destpêka şoreşa Sûriya .
Herwiha pakrewan Mahmûd Walî kar di endamiya emendariya giştî de kir ya ENKSê,herwiha serokatiya tevgera ciwanên şoreşê dikir , Û endamê komîta herêmî ya partiya Azadî Kurdî bû.
Di hemû pêşandanan de dengê bavê Candî Bilind û Zelalmend bû ji bo parastina mafê gelê kurd û hemû pêkhatiyên gelê Sûriye.
Wek tê zanîn ku pakrewan Mehmûd Walî bavê Candî yê ku bi xayintî di 20.9.2012an de,li ber navenda Encûmena Xwecihî ya Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve hate terorkirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.


