BEŞDARIYA YEKÎTIYA JINÊN KURDISTANÊ – SÛRIYÊ LI FESTÎVALA «JIN RENGÊ JIYANÊ YE»
Ewropayê (Nûçe) – Şaxê Ewropayê ya Yekîtiya Jinên Kurdistan – Sûriyê beşdarî festîvala taybet a bi navê «Jin Rengê Jiyanê Ye» bû.
Ev çalakî wekî sîwanekê bû ku jinên afirîner, xwedan çand, huner û mîrasê anîn cem hev.
Ev beşdarbûn wekî tekezî li ser wê baweriyê tê ku jin ne tenê rengek e, lê belê ew hemû rengên jiyanê bi xwe ye.
Her wiha, piştgirîkirina behreyên jinan û bihêzkirina wan, asoyên firehtir li pêşiya amadebûn, dayîn û avakirina bandora wan vedike.
Yekîtiyê spasiyeke germ û kûr pêşkêşî amadekarên festîvalê û her jineke ku bi afirîneriya xwe şopek hişt û bû sedema serkeftina vê rûdanê kir.

Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah


