XWECIHIYA TIL TEMIRÊ BEŞDARÎ VEKIRINA PEYKERÊ ŞEHÎDÊ ASÛRÎ LI TIL TEMIRÊ DIBIN
TIL TEMIR – Bi vexwendina Partiya Asûrî ya Demokratîk, şandeke Encûmena Xwecihî ya Til Temirê ya ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) beşdarî merasîma vekirina Resmê peykerê Şehîdê Asûrî li bajarokê Til Temirê bû, ku roja Şemiyê, 19ê Îlona 2026an hate birêveçûn.
Di merasîmê de, Serokê Encûmena Xwecihî Mamoste Azad Haco gotarek pêşkêş kir.
Haco spasiya Partiya Asûrî ya Demokratîk kir ji bo vê vexwendinê û şehîdên gelê Asûrî bi bîr anîn.
Her wiha di axaftina xwe de, wî tekezî li ser têkiliyên biratî û pêkvejiyana her du gelên Kurd û Asûrî kir, û bal kişand ser giringiya parastina aştiya navxweyî.
Di dawiyê de wî piştgiriya Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) ji bo doza dadperwer a gelê Asûrî nîşan da.

Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah



