Sûdwergirtina ji ava vexwarinê li bajarê Til Temir û gundewarên wê veguheriye çîrokeke azarê ya bêdawî.
Îro 16 rojên kamil in ku av ji stasyona “Elûkê” bi temamî qut bûye û dilopek av jî negihştiye herêmê.
Ev krîz dewama azarên heft salan e ku gel dikişîne.
Piştî nûjenkirina stasyonê û xebitandina pompeyên avê, niştecîhên herêmê bûn xwedî hêvî ku êdî ji destê bazirganan û tankerên avê yên biha rizgar bibin, lê ev hêvî di demeke kurt de pûç bûn.
Tevî ku nêzî du mehan e stasyon ji nû ve hatiye xebitandin, lê li hember bajarê Til Temirê bêdadiyek eşkere di dabeşkirina avê de heye.
Di dirêjahiya vê heyamê de av tenê 3 an 4 caran gihştiye bajêr, di demekê de ku piraniya ava stasyonê ber bi bajarê Hesekê ve tê şandin.
Ev dabeşkirina nehevseng, zilmeke mezin e li derheqê xelkê Til Temirê de, yên ku di bin heman şert û mercên dijwar ên jiyanê de dijîn.
Di nav vê karesatê de, saziyên peywendîdar berpirsiyariya xwe diavêjin ser milê hev.
Şaredarî dosyeyê dişîne ber deriyê Rêveberiya Avê, û Rêveberî jî hinceta hebûna xirabûn û teqînên di xetan de nîşan dide.
Li vir gel dipirse: Gelo mimkin e ku çêkirina xerabûneke teknîkî zêdetirî 16 rojan bikişîne? Heger kadroyên herêmî nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin, çima alîkarî ji tîmên parêzgehê an rêxistinên mirovî nayê xwestin da ku destwerdaneke lezgîn bikin?
Barê giran ê aborî li ser milê welatiyan
Ev qutbûna avê bû sedem ku xelk dîsa berê xwe bide kirîna ava tankeran bi bihayên gelekî bilind, nexasim piştî bihabûna dawî ya sotemeniyê. Bihayê 5 bermîlên avê gihştiye navbera 85 heta 90 hezar lîreyên Sûrî. Ev barê darayî yê giran pişta malbatên ku bi salan e ji ber şer, dorpêç û bihabûna zêde bêzar bûne, dişkîne.
Ji ber vê yekê, şîniyên herêmê bangeke lezgîn arasteyî hemû aliyên peywendîdar, berpirsiyar û kadroyên îdarî yên şaredarî û rêveberiya avê li Til Temirê dikin:
* Lezarkirina zû û bêdereng di çêkirina xerabûnên teknîkî û şikestinên tora avê de.
* Pêkanîna bernameyeke dadperwer ji bo şandina avê bi taybetî ji bo bajarê Til Temir û gundên wê di rojên diyarkirî de di hefteyê de, mîna bajarê Hesekê.
* Rakirina berpirsiyariya exlaqî û pîşeyî li hember gel û karkirina bi dilsozî ji bo kêmkirina azarên wan, li şûna siyaseta piştguhxistin û paşguhxistinê.
Ragihandina ENKSê
Rapor : Elî Fetah


